Beyannameya Ragihandinê
Çareşemê 23 Îlonê/ Rezber 2020
Girûpek ji 42 rêxistinên civaka sivîl yên Sûriyayê, pêşwazî li biryara hikûmeta Holendî dikin derbarê sizadana rejîma Sûriyayê, û tekez dikin li ser pêdiviya piştîrkirina dewletên din ji van pingavan ra, û gavin wiha ji aliyê dewletên din ve bên kirin.
Hikûmeta Holendî beyannameyek belav kir, tê da hat ragihandin ku wê nîşeyek dîplomatîk ji rejîma Sûriyayê ra şand, wê gunehbar dike li ser berpirsatiya wê di binpêkirinan li dijî mafên mirovan da, di serî da aşkencakirin, ev pêngav wek hewldanekê ji Holndayê ye daku vê mijarê bo Dadgeha Navdewletî veguheze. Biryara hikûmeta Holendî hat paş çend caran berê li Encûmena Ewlehîyê daku doseya binpêkirinan li Sûriya yê veguhezin bo Dadgeha Sizdana Navdewletî, lê nehat pejrandin ji ber bikaranîna Rûsiya û Çînê ji Veto/ Vîtoyê ra. Ku li gur yasayên navdewletî, nîşe daxwaz ji rejîma Sûriyayê dike ku berpirsatiya xwe hilgere di dawîkirina binpêkirinan û mafdana qurbaniyan, û ager rejîma sûriya yê bersiv neda û lihevanîn bi serneket, dê holnenda biçe Dadgeha Navdewletî.
Beyannameya hikûmeta Holendî nîşanê dide liser biserneketina encûmena ewlehîyê di bidawîbûna bêsizadanê, û zêdebûna delîlan li ser binpêkran û tometa girngtrîn sedem bû ji vê helwestê ra daku tawanbaran sizabikin, beyannameyê bi tabet basa aşkencê kir digel bikarnîna çekên kîmawî û bombekirina nexweçxaneyan.
Helwista hikûmeta Holendî ku piştgirêdide li ser erkên Sûriyayê di peyamana dijbûna eşkecê, û girêda ye jî li ser destûrên Dadgeha Navdewletî li gor madeya 30î ji peymanê, ku bi aşkera han dide civata navdewlet daku gavin wiha bida û alîkarîyê bide komîteyên lêpirsînê û rêxistinên yasayî yên sûrî û yên navdewletî dikomkirina zaniyariyan û delîlan ji binpkirên rejîma Sûriyayê ra wek bombekirina nexweşxanan û bi karanîna çekên kîmawî. Û balpişte jî li lihevkirin û peymanên navdewletî daku ji derveyî Encûmena Ewlehî yê xebat bikin.
Aliyên imzaker tekezdikin li ser girngiya hewldana Holndayê wek pêngavek rast di sûcdarkirinê da, û daxwaz dikin ji dewletên têkidar di sûriya yê de pêngavên wiha bikin li gor peymanên navdewletî yên ku Sûriya li ser wan îmza kiribû.
Pêdivî heye ku ev gav bi gavên din ava bibe, û Em ji civata sivîl a Sûrî, amade ne belge, şahid û lêkolîna bo Wezareta Karên Derve ya Holendayê re pêşkêş bikin û hevkar bin.
Rêxistinên ku îmzekir ne:
1- Alternatîf
2- Bernameya Sûrî bo Pêşvedana Yasayî
3- Digel Edaletê
4- Edalet ji bo jiyanê
5- Helmetek bo Sûriyê
6- Komeleya Almanî-Sûrîya Azad li Hamburga Almanî
7- Komeleya Bijîşkî ya Amerîkî-Sûrî
8- Komeleya Malbatên Qeyser
9- Komeleya Girtî û Windayên Girtîgeha Sednaya
10- Komîsyona Niştimanî bo Parastina Girtî û Windayan
11- Mala Me
12- Navenda Bandora Pirpirîkê/ Aser Alferaşa
13- Navenda Lêkolînên Navdewletî
14- Navenda Adil/Dadê ya Mafên Mirovan
15- Navenda Wisûl/ Gihîştinê Mafên Mirovan
16- Nivîsgeha Pêşkeftina Herêmî û Piştgiriya Karsaziya Piçûk /LDSPS
17- Navenda Sûrî ya Ragihandin û Azadiya Derbirînê
18- Niha Jin Bo Pêşkeftinê
19- Novotozone
20- Ornamo ji bo Dad û Mafên Mirovan
21- Parastvanên mafên mirovan
22- Parastina Sivîl ya Sûrî – Kumên Spî
23- Rêxistina Kiş Melek- Destpêşxeriya Vejandinê
24- Parêzer û Bijîjk bo Mafên Mirovan
25- Rêxistina Aşna ya Geşepêdanê
26- Rêxistina Beeçav ji bo Geşepêdana Demokratîk û Çapemeniyê
27- Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê – MAF
28- Rêxistina Kiş Melek
29- Rêxistina Nûn bo Avakirina Aştiyê
30- “Rûmeta” Komeleya Sûrî ji bo Rûmeta Hemwelatî
31- Sendîkeya Avokatên Sûrî
32- Sendîkeya Avokatên Sûrî
33- Sûrî bo Rastî û Dadmendiyê
34- Şemil- hevbendiya rêxistinên civaka sivîl ên Sûriyeyê
35- Tora Jinên Sûrî
36- Tora cerdevanan
37- Tora Sûrî ya Mafên Mirovan
38- Tevgera malbatên bo azadiyê
39- Welatê min
40- Yekeya encûmenên Herêmî
41- Xala Pêşî
42- Zarokên ji yek cîhanî